Nexşerêyeke 5 salî bo jinavbirina gendeliyê li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Di vê civînê de Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo rexsandina derfeta vê civînê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku li ber ronahiya rasparde û biryarên Serok Barzanî li 10.02.2016 li Wezareta Darayî û pêdaçûnê ve bi rûnî dahatên neft, çendîn hengavên çaksaziyê li ber hatine girtin û prose jî li ber ronahiya biryarên Serok Barzanî berdewamin. Paşê ji aliyê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rûnkirina pêwîst di derbarê hengavan û berbest û bernameya karê Hikûmetê xistin rû. Paşê jî berpirsê saziyên peywendîdar rapora xwe ya di derbarê hengavên van saziyan li çarçêweya proseyên çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê xisterû û axaftin li ser ewe kirin ku ji aliyê Desteya Destpakiyê ve "reşnûsa stratejiya niştîmanî ya rûbirûbûna gendeliyê" li qonaxa dawiyê daye ku têda nexşerêya rûbirûbûna gendeliyê di dema pênç salên pêş de hatiye destnîşan kirin.
Di civînê de ji aliyê amadebûyan ve bi girîngiyê ve axaftin li ser ewe kirin ku ew proseya niştîmanî û seranserî û pêkveyî û hevbeşe û pêwîste bi hemû aliyek ve û ne proseyeke tolhildanê ye û li gor yasa û dadperwerî muamele li gel babetan tê kirin û pêwîstî bi hevkarî û medya û piştgîriya siyasî û hemû aliyan heye. Tekez jî li wê yekê kir ku prose, proseyeke berdewame û nabê hîç kes û aliyek li bin hîç navnîşanek astengî li ber proseyê dirust bike.
Di dawiya civînê de biryar hate dayîn ku roja dûşemê 16.01.2017 li Serokayetiya Encûmena Wezîran, civîneke berfireh ya Serokayetiya Encûmena Wezîran û Nûnerê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û wan saziyên peywendîdarên li vê civînê de beşdarin, birêve biçê heta berkarên kirdarî li ber bigrin û her saziyek nexşerê û mekanîzmek pêşniyar bike bo ku li çarçêweya lîjneyekî bilinda hemahengiyê da dûvdaçûna hemû proseyên çaksaziyê bê bi cîhkirin.




