26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yildrim û Ebadî civiyan..Serdana Hewlêrê jî dike

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildrim bi serdaneke fermî ku 2 rojan dirêj dike, li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û biryar e serdana Hewlêrê jî bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Piştî civîna Yildrim û Ebadî, Gotûbêjê buroya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Seidî Hedîsî ji çapemeniyê re ragehand, di civîna Ebadî û Yildirim de gotûbêj li ser hejmarek mijarên giring hatine kirin.

Li gor gotinên Seidî Hedîsî, serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim soz daye ku hêzên artêşa Tirkiyê yên nêzîk bajarokê Başîkê bikşînin.

Gotûbêjê buroya serokwezîrê Iraqê ragehand, ku di civînê de Ebadî û Yildirim gotûbêj derbarê hemahengiya istixbaratî û parastina sînoran kirine, ku rê li hatûçûna gerîllayên PKKê bên girtin, ku ji başûr ve nikaribin derbasî bakûr bibin.

Îro 07.01.2017 serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi şandekê ve geheştie paytexta Iraqê Bexdayê û biryare sibê 08.01.2017ê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hin berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

 

Nûçeyên têkildar