Senatorekî Amerîkî: Trump ji Obama zêdetir pişta Kurdan digre

Hewlêr-KDP.info- Berbijêrê berê bo Serokatiya Amerîka û senatorê pilebilind ê wî welatî Têd Kruz dibêje, îdareya nû ya Amerîka dê ji Obama zêdetir alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge û gelê Kurd bike.
Senatorê Komariyan Têd Kruz ji tilvizyoneke Kurdî re ragihand ku, îdareya nû ya Amerîka bi serokatiya Dunald Turmp dê xwedê siyaseteke cuda û baştir be li hemberî Kurdan.
Têd Kruz wiha dibêje: “Ez gelekî gelekî geşbîn im ku îdareya nû ya Amerîka dê pir cuda be, dê siyasetek be rasterast piştevaniyê li Kurdan û Hêzên Pêşmerge bike, ku Obama amade nebû vê siyasetê bike.”
Ev daxuyaniya wî siyasetmedarê pilebilind ê Amerîkî di demekê de ye ku berpirsên Herêma Kurdistanê beriya niha rexne li neşandina çekên giran bi awayekî rasterast bo Hêzên Pêşmerge girtibûn û di çend mehên borî de jî şandeke pilebilind bi serokatiya Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Washingonê kiribû û ligel cîgirê Serokê Amerîka û berpirsên îdareya niha û ya nû ya Amerîka civiya bû.
Têd Kruz ku wek dostê Kurdan tê naskirin, wiha domand: “Wek hûn dizanin ev demeke dirêj e ku ez pişta Kurdan û Pêşmerge dikim. Kurd hevpeymanê dilsoz ên Amerîka ne û emê jî berdewam bin li ser piştgirî û hevpeymaniya xwe ligel gelê Kurd.”




