26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mistefa Çawreş: Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venakşin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya YNKê dibêje, Serokê Partiya Dewa ya Iraqê Nûrî Malikî şaşîtiyeke mezin kir dema ku got divê Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî vekşin, ji ber ku Pêşmerge ji wir venakşin.

 

Mistefa Çawreş Endamê Serkirdatiya YNKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Dibe ku Malikî ji bo wê yekê çûbe Şingalê da ku li wir bêje, divê Pêşmerge ji Şingalê vekşin. Pêşmerge xwîna xwe di ber wan navçeyên Kurdistanî de daye û ji wan venakşe û ew sînorên ku niha Pêşmerge lê ne, sînorê Kurdistanê ne û ti hêncetek ji axaftinên Malikî re tune ye. Pêşmerge girêdayî îradeya gelekî ye û bi gotina kesî ji wan navçeyan venakşe.”

 

Wî endamê Serkirdatiya YNKê wiha got: “Em wek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser çi nakokî di navbera me de hebe, li ser Kurdistanîbûna wan navçeyan û mana Pêşmerge li wir, ti carî nakokî nakve navbera me de û nêrîna me yek e. Lewma jî divê li hemberî gotinên Malikî jî em gotina xwe bikin yek, nabe wisa ji Malikî re here serî, ku bikêfa xwe daxuyaniya bide û gefan bixwe.

Nûçeyên têkildar