Rêxistinên sivîl: Divê artêşa Iraqê daxwaza lêborînê ji Kurdistanê bike
__2017_01_05_h16m35s42__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Tora Rêxistinên Sivîl dibêje, divê artêşa Iraqê daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike, ji ber ku gelek karesat anîne ser gelê Kurdistanê.
Serokê Tora Rêxistinên Sivîl li Hewlêrê Rêbaz Yûsif ji malpera KDP.info re ragihand: “Tora Rêxistinên Sivîl li Hewlêrê ligel çend rêxistinên din, dê di Roja Artêşa Iraqê de ku roja Înê ye, dê saet 10:30 kombûneke nerazîbûnê li pêşiya ofîsa Parlemantoya Iraqê li Hewlêrê lidar bixin. Herwiha emê peyameke nerazîbûnê bidin ofîsa Parlemantoya Iraqê û konsulxaneyên welatan.”
Rêbaz Yûsif wiha got: “Divê Parlemantoya Iraqê li hember wan hemû karesatên ku Artêşa Iraqê anîne serê gelê Kurdistanê bi fermî daxwaza lêborînê bike û kesên ku ziyan dîtine qerebû bike. Herwiha em daxwaz dikin ku Roja Artêşa Iraqê de li Herêma Kurdistanê bêhinvedana fermî nemîne.”




