Dezgeha Xêrxwazî Ya Barzanî Hevkariya Penaberên Rojawayê Kir

Duhî Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yên xêrxwazî de careke din hevkariyên xwe li ser Penaberên Rojawayê Kurdistanê dabe kir.
Vê carê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî pêdeviyên nav mal û erzaq li ser wan Penaberan dabeş kir.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku, dezgeh bi mebesta hevkarî kirina Penaberên Rojawayê Kurdistanê di amadebaşî deye û hertim hewl dide daku, pêdeviyên wan yên sereke dabîn bike.




