Êdî Kurd cihekî girîng di asta cîhanî de dibînin..Fransa dê serxwebûna Kurdistanê biparêze

Hewlêr-KDP.info- Serdana Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê, bi nêrîna şirovekarên siyasî û pisporên cografiya siyasî ve, tê dîtin ku êdî Herêma Kurdistanê di nava rêkeftin û lîstikên cîhanî de, xwedî ciheheke girîng e. Herwiha tekez dikin ku ew serdan pêgeha bihêz a Kurdan nîşan dide.
Piştî serdana Franswa Oland bo Herêma Kurdistanê, zelal dibe ku êdî Hewlêr li ser asta cîhanê xwedî pêgeheke dîplomatîk a pir serkeftî ye, ji ber ku bo siberoja xwe pêwendiyên pir baş girê daye.
Derbarê serdana Oland bo Başûrê Kurdistanê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew serdan bo Kurdistanê pir girîng e. Jibilî asta cîhanî, li ser asta herêmî jî Herêma Kurdistanê bûye xwedî pêgeheke pir bilind, ew jî ji ber qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şikandina DAIŞê de û bergiriya wan li axa Kurdistanê û li hemû cîhanê.”
Elî Dolemerî wiha got: “Di çend salên borî de, Kurd di aliyê dîplomatîk ve siyasetekî pir baş girtine û li ser asta Ewropa jî pêşveçûneke baş kirine. Hejmarek zêde ji wezîr û berpirsên Ewropa serdana Kurdistanê kirine. Duhî jî Serokê welatekî mezin hat Hewlêrê û Kurdistan piştrast kir ku ew amade ne alîkariya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha da zanîn ku eger ew wek serok nemîne jî dê Fransa her alîkariya Kurdistanê bike, ev yek jî bo pêgeha siberoja Kurdistanê pir girîng e, çi ji aliyê siyasî, yan jî neteweyî, ku Kurdistan dikare sûdê ji wê pêgehê bibîne di pirojeyên xwe yên bê de.”
Her derbarê wê serdanê de, Profîsorê cografiya siyasî de, Xelîl Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: Kurdistan li herêmê xwedî pêgeheke bihêz e û hesab jê re tê kirin. Nexasim piştî ku Hêzên Pêşmerge serkeftinên berçav li dijî DAIŞê bidestve anîn. Serdana serokê welatekî mezin mîna Fransa bo Kurdistanê, pir girîng bû û rê vedike ku serokê welatin din jî bên Hewlêrê, herwiha bi vê yekê deriyên navdewletî li pêşiya Kurdan vedibin û li ser asta cîhanî êdî hesab ji Kurdan re tên kirin. Niha ji ber vê pêgeha Kurdan jî gelek welat bê ku vegerin bo razîbûna Bexdayê, çek û alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re dişînin. Ev yek jî pêgeha bihêz û bilind a Kurdistanê nîşan dide û carna Kurdistan wek dewletek kar ligel wê tê kirin.”
Çavdêrê siyasî Niyaz Hacî derbarê wê serdana Oland bo kurdistanê ji malpera KDP.info re axivî û ragihand: “Hewlêr pêşwazî li mêvanekî qedirgiran û girîng kir, ku ew jî serokê welatekî mîna Fransa bû, ku Fransa welatekî endamê berdewam ê Encumena Ewlehiyê ye. Berdewamiya Herêma Kurdistanê li ser wê riya dîplomatîk pir girîng e, ji ber ku dê Kurdan bighîne asteke gelekî bihêz li cîhanê.”
Niyaz Hacî wiha got: “Wek çawa Fransa di sala 1991 destpêşxer bû di parastina Kurdistanê de, dê niha jî pêşeng be bo parastin û piştevanyê li serxwebûna Kurdistanê û dê têkeliyan ligel dewleta Kurdî bihêz bike. Ev 2 car e ku Franswa Oland serdana Kurdistanê dike û di dema serokatiya Oland de jî Serok Barzanî 2 caran wek serokê dewletekê ji aliyê Oland ve hat pêşwazîkirin. Eger em ji çavê welatekî mîna Fransa berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, dê ji me re piştrast bibe ku Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke pir bihêz eli ser asta cîhanê.”




