26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Pêşmerge: Serokê Fransa di nava pêşmergeyan de kêfxweş bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Hêzên Pêşmerge dibêje, Serokê Fransa li ser Çiyayê Zertik di nava pêşmergeyan de pir kêfxweş bû, ku ji nêzîk ve rewş û çeper û pêşkeftinên Pêşmerge dibîne, herwiha gelekî behesa qehremaniya Hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku ewê li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Ferîq Cemal Mihemed Serfermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê û hatina wî bo nava Hêzên Pêşmerge li eniyên şer, pir girîng û baş bû. Serdana wî bo Kurdistanê bo cara duyem, tê wateya piştevaniya mezin a Fransa bo Herêma Kurdistanê, ku çi ji asman ve balafirên wê di şerê li dijî DAIŞê de gelekî alîkariya me kirine û çi ji aliyê perwerdeya leşkerî û şandina çek û teqemeniyan di herdu salên borî de.”

Serfermandarê Pêşmerge wiha got: “Serdana Serokê Fransa bo cem Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Zertik ji bo wê yekê bû ku li çeperên pêşî yên şer rewşa navçeyê bibîne, û nas bike ku berê Pêşmerge li kûderê bûn û niha gihîştine kûderê û li kîja xetê ne.

Me jî jê re qonaxên rizgarkirina wan nevçeyan eşkere kir, bi taybetî jî di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku Pêşmerge zêdetirî 500 km çargoşe rizgar kirine. Serokê Fransa jî ji me pirsyar kir ku dema şer xelkên sivîl li wan gundan hebûn û çûne kûderê, me jî got ku sivîl li wir tune bûn. Dema wî jî kampên koçberan dît pir kêfxweş bû ku Kurdistan bûye cihekî aram ji wan koçberan re.”

Ferîq Cemal Mihemed ragihand: “Serokomarê Fransa di nava Hêzên Pêşmerge de li ser Çiyayê Zertik pir kêfxweş bû, ku ji nêzîk ve rewş û çeper û pêşkeftinên Pêşmerge dibîne, herwiha gelekî behesa qehremaniya Hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku ewê li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Nûçeyên têkildar