Barzanî: Pişta me bigirin da ku em armancên xwe bidest bixin..Oland: Emê berdewam bin li ser alîkariya we

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Fransa Franswa Oland civiyan û piştî wê civînê Serok Barzanî daxwaz ji Fransa kir ku pişta Kurdistanê bigire bo gihîştin bi hemû armancên Kurdistanê. Serok Oland jî ragihand ku ewê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyên siyasî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê.
Piştî serdana çeperên Pêşmerge li Çiyayê Zertik, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Fransa Franswa Oland kongireyeke rojnamevanî lidar xistin.
Serok Barzanî di destpêkê de bi germî pêşwazî li Serok Oland kir, ku ev cara duyem e serdana Kurdistanê dike.
Serok Barzanî ragihand: “Cara yekem ku Serokê Fransa serdana Herêma Kurdistanê kir, şerê terorê nêzîkî me bû. We jî piştevaniyeke mezin li me kir. Piştî 2 sala jî va dîsa ti hat û te serdana me kir. Em pêkve çûn ser Çiyayê Zertik ê ku Pêşmerge li wir qehremaniyeke mezin li dijî terorê bidest ve aniye û Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Fransa jî tê de ye, ji asman piştevaniya me kiriye.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Şikestina DAIŞê di warê leşkerî de, nayê wateya bidawîhatina gefên terorê. Dibe ku piştî şerê DAIŞê em bi awayekî din rûbirûyê terorê bibin, lewma jî divê ev hevpeymaniya di navbera me de berdewam be.”
Serok Barzanî wiha domand: “We îro bi çavê xwe dît ku çawa xwe dît ku çawa navçeyeke berfireh bi ked û qurbaniya Pêşmerge hatiye rizgarkirin. Artêşa Iraqê jî dest bi qonaxa duyem a rizgarkirina Mûsilê kiriye û şerekî dijwar li wir heye. Em hêvîdar in di encamê de DAIŞ bê şikandin.
Serok Barzanî berê xwe da Serokê Fransa û wiha got: “Fransa berdewam pişt û piştevan bûye bo gelê Kurdistanê. Me hêviyeke mezin bi Fransa heye. Herwiha em hêvîdar in ku di siberojê de Fransa pişta me bigire da ku em bighên hemû armancên xwe.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Fransa di wê kongireya rojnamevanî de ragihand: “ Emê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyên siyasî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê. We daxwaz ji me kir ku em di Hevpeymaniya Navdewletî de beşdar bin, û me ew yek kir û me piştevaniya Herêma Kurdistanê kir. Lê bê mêrxasiya Pêşmerge, zehmet bû ku DAIŞ hatia şikandin.”
Franswa Oland wiha got: “Pêşmerge bi jinavbirina terorê hemû cîhan ji metirsiya terorê rizgar kir. Divê cîhan jî li hember wê berpirsyaretiyê xwedî helwêst be û tişta ku Pêşmerge kiriye liber çav bigire.”
Oland wiha domand: Ew pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye û Hêzên Pêşmerge parêzgariyê lê dike, tabloyekî xweşik e li Rojhilata Navîn. Niha pêkhate û kêmîneyên olî yên wan navçeyên ku îro me serdana wan kirin, dikarin ji paşeroja xwe netirsin. Herwiha ji ber pêşwaziya mezin a Kurdistanê bo koçberan, bû sedem ku ez hinek alîkariyên mirovî ligel xwe bînim ji koçberan re.”
Serokê Fransa ragiahnd: “Divê DAIŞ li Iraq û Sûriyê jinav biçe. Divê çareseriyeke siyasî ji Mûsila piştî DAIŞê re bê dîtin.”




