Mesrûr Barzanî: Serdana Serokê Fransa piştevanî ye ji Kurdistanê re

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, serdana Serokê Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşana rêzgirtina tekoşîna kurdan û herwiha Hêzên Pêşmerge ya li hember şerê terorê ye.
Mesrûr Barzanî li Çiyayê Zerdikê ragihand; "Spasiya Serokê Fransayê dikin, ku ev cara duyemîn e serdana Kurdistanê dike. Cara yekemîn dema het DAIŞ pir nêzîkî paytexta Herêma Kuridstanê bibû. Vê carê jî DAIŞ rastê şkestineke mezin bûye. Ev yek nîşana rêzgirtina serkeftinên Hêzên Pêşmerge ye.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, ku Fransayê di têkbirina DAIŞê de alîkariyeke giring daye Hêzên Pêşmerge û got; “DAIŞ ne tenê li vir, li her derê gef e. Bi taybetî jî Fransa gelek caran bûye hedefa terorîstan. Li vir terorîst bi destê Pêşmerge hatine têkbirin. Hatina Serokê Fransayê jî nîşana rêzgirtina keda pêşmerge û qedir girtina qurbaniyên Pêşmerge ye. Herwiha piştgirîdayîna Kurdistanê ye.”
Derbarê dîlên DAIŞê yên di destê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê de jî Barzanî daxuyad; “Ji ber sedemên ewlekariyê ez nikarim hejmara wan eşkere bikim. Lê bi sedan dîlên DAIŞê di destê me de ne. Ji bilî yên di şer de hatine dîlgirtin, hinek ji wan weke şaneyên nehênîbûn hatine girtin û hinek ji wan jî xwestin xwe weke penaber veşêrin û bên nav Herêma Kurdistanê hatine desteserkirin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn, ku heta niha ew kesên hemwelatiyên welatekî biyanî bin û ji destê DAIŞê hatibin rizgarkirin, bi hemahengiya ligel wan welatan paşve hatine şandin.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku di hevdîtina Serokê Fransayê ya li gel Serok Barzanî de dê behsa cure hevkariyên ji bo Hêzên Pêşmerge û herwiha pêşxistina pêwendiyên her du aliyan bê gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî got; “Fransa yek ji pênc endamên Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye û hêzeke mezin ê cîhanê ye. Di dîrokê de jî xwedan pêgeheke bi hêz e. Yek ji wan hêzan e ku di çêkirina sînoran de, di dema peymana Sykes Picot de rol lîstiye. Hêvîdar im ku ev peyman îro bê guhertin û îro zêdetir alîkarî bidin gelê kurd. Hêvîdar in ew xeletiya beriya 100 salan hatiye kirin dubare nebe. Gelê kurd bê qerebûkirin.”
Mesrûr Barzanî herwiha got; “Divê kurd gelek sûdê ji pêgeha xwe û ji dostaniya xwe li gel welatên biyanî bike. Bi nêrîma nin kesên din ji kurdan zêdetir qedrê pêşmerge û keda wan digrin. Ew zêdetir qedrê dîplomasiya niha bizanin, ku di saya Serok Barzanî dde gihiştiye vê astê.”
Derbarê hewlên çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kuridstanê de jî Mesrûr Barzanî nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: “Şanda PDKê peyama Serok Barzanî bi eşkere gihande hemû aliyên din ên siyasî. Şanda PDKê bi vê armancê ji bo pêşxistina çareseriyeke bingehîn ligel aliyan danûstandinan dike. Çareserî erkê hemû aliyan e. Hêvîdar im, ku hemû alî bi berpirsiyariya xwe rabin. Pêwîst e ew jî gavan biavêjin, berjewendiyên eteweyî li ber çav bigrin. Bes e êdî bila li ser berjewendiyên teng ên hizbî hizran nekin û hizrên xwe mezintir bikin, asta neteweyî hizir bikin.”




