Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Fransa kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fransa Franswa Oland hat Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Fransa bi riya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî danê êvarî gihîşt Hewlêrê.
Ev cara duyem e ku Serokê Fransa serdana Herêma Kurdistanê dike.
Di wê serdanê de di serî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer kirin û piştre herdu serok li Hewlêrê şerê li dijî terorîstên DAIŞê û operasyona rizgarkirina Mûsilê û piştevaniya Fransa bo Hêzên Pêşmerge nirxandin.
Serokê Fransa ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê û çend berpirsên Hikûmeta Kurdistanê û zarokên şehîdên destê terorê ve hat pêşwazîkirin.




