26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarên Pêşmerge: 2016 sala serkeftina Pêşmerge bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarên Hêzên Pêşmerge di gotarên xwe yên dawiya salê de dibêjin, tevî jidestdana hejmarek Pêşmerge û fermandarên qehreman, lê sala 2016 sala serkeftina Hêzên Pêşmerge bû. Fermandarê eniya Şingalê jî dibêje, 2016 sala Pêşmerge bû li hemû cîhanê.

Berpirsê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge Serbest Lezgîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Di sala 2016ê de me hejmarek Pêşmerge û fermandarên qehreman jidest dan, ku şehîd bûn. Herwiha gelek tişt çêbûn ku nebidilê me bûn, lê salake di xêra me de bû, ku mezintirîn rêxistina terorê li ser destê me hat şikestin û eger ne ji qehremaniya Pêşmerge ba dê DAIŞ navçeyeke berfirehtir ji axa Iraq û Kurdistanê dagîr kiriba. Sala 2016, sala belavbûna navê Pêşmerge bû li hemû cîhanê, ev jî şanazî ye bo miletê Kurd bi giştî û xelkê Herêma Kurdistanê bi taybetî.”

Eqîd Nacî Siyamend, Fermandarê Pêşmerge li eniya Giwêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Saleke pir nexweşî û xweşî derbas bû. Nexweşiya me di wê yekê de bû ku miletê me di kirîz û şerekî dijwar de derbas bû, lê tişta ku xweşî bû, ew e ku Hêzên Pêşmerge karîn axa Kurdistanê biparêzin ji destê terorîstên DAIŞê û karîn navçeyên Kurdistanî azad bikin. Sala nû jî dê bibe sala destkeftên zêdetir û em her bo bergiriyê li axa Kurdistanê amade ne.”

Nûçeyên têkildar