Fermandarekî Pêşmerge: Heta PKK li Şingalê be, Fransa û Almanya alîkariyê nakin

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, li Fransa û Almanya ji wan re gotine, ku hebûna PKK li Şingalê metirsîdar e û heta ku ew li wir bin, hikûmetên wan nikarin alîkariya avakirina Şingalê bikin.
Qasim Dirbo kesayetiya diyar a Kurdên Êzdî û Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka PKK agahdar kiriye ku pêwîst e ji Şingalê derkeve, lewma jî ti karekî wan li wir nemaye û divê ji Şingalê derkevin.”
Dirbo wiha got: “Beriya 15 rojan me serdana Fransa û Almanya kir û derbarê rewşa Şingalê me ligel berpirsên wan welatan gotûbêj kirin, wan jî got ku ew dest ji me bernadin lê PKK rêxistineke terorîstî ye û hebûna wê li Şingalê metirsîdar e û heta ku çekdarên wê li Şingalê bin ew alîkariya avakirina Şingalê nakin, lewam jî pêwîst e PKK zû ji Şingalê derkeve.”




