26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PKKê nahêle malbat serdana zarokên xwe bikin”

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayimqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, PKK gelek keç û kurên Êzdî revsndine û nahêle malbatên wan serdana wan bikin. Herwiha tekez dike ku xelk ji ber revandina zarokên xwe ji aliyê PKKê ve, venagerin Şingalê.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Yên ku PKKê ew revandine di bin 18 salî de ne, ku PKKê ew xapandine û birine. Gelek malbat hatine cem me û li wan gilî kirine ku PKKê zarokên wan revandine, û niha nahêlin bav û dayikên wan, wan bibînin.”
Qayimeqamê Şingalê wiha got: “Em ji gelek malbatên Êzdî dipirsin çima hûn venagerin Şingalê, ew jî dibîjin em ditirsin PKKê zarokên me birevîne.”
Serokê Frakisyona Birayetî û Pêkvejiyanê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto jî ragihand: “Ew malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKKê ve hatine revandin, dikarin li cem polîsan gilî bikin û dikarin hewl bidin ku zarokên xwe vegerînin.”
 

Nûçeyên têkildar