26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Desteya Navçeyên Kurdistanî: Divê PKK ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nesredîn Seîd dibêje, ew hêzên ku ji derve hatine wan navçeyên Başûrê Kurdistanê, divê derkevin, ji ber ku rewşa wan navçeyan têk birine.

Nesredîn Seîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêzên ku ji derve hatine navçeyên Başûrê Kurdistanê, divê derkevin ji ber ku rewşa wan navçeyan têk birine, her wek ku çawa Heşda Şeibî rewşa navçeya Xurmatî têk biriye û tebayî û yekrêzî û lihevkirina di navbera pêkhateyên wî bajêrî de têk birine. Ew hêz li navçeyê hêzên çekdarî ava kirine û bûne metirsî li ser axa Başûr û birayên Êzdî, lewma jî divê ew çekdar zû derkevin.”

Seîd wiha got: “Hêzên PKK û YPG hatin Şingalê û alîkariya birayên xwe kirin û em spasiya wan dikin, lê çawa Pêşmerge çûn Kobanî û alîkariya wan kirin û vegeriyan, divê çekdarên PKKê jî vegerin cihê ku jê hatine. Her dema ku erkê Pêşmerge bidawî were dê asayişa navçeyê radestî polîs û asayişê bike

Nûçeyên têkildar