Çavdêr: PYDê Rojavayê Kurdistanê radestî Esed dike..Nûnerê Cemîl Bayik fermanan cîbicî dike

Hewlêr-KDP.info- Li ser daxwaza rêjîma Sûriyê û di bin fermana Rûsya de, PYD navê “Rojava” ji îdareya xwe da alî. Çavdêr dibêjin, rêjîmê li gorî rêkeftinekê navçe radestî PKKê kiribû û niha jî dixwaze ji destê wê derxîne.
Navê Rojavayê Kurdistanê kir Bakurê Sûriyê
Pisporekî karûbarê Rojavayê Kurdistanê dibêje, çawa PYDê navê Rojava nehişt û kir Bakurê Sûriyê, dê wisa hêzên xwe yên çekdarî jî nehêle û hemû çekdarên xwe tevlî PKKê bike.
Endamê Serkirdatiya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê li Rimêlan navê Rojava nehişt û navê Rojavayê Kurdistanê kir bakurê Sûriyê. Helbet Îran û rêjîma Sûriyê çi ji wan dixwazin, cîbicî dikin. Civînek di navbera PYD û rêjîma Sûriyê bi serperiştiya Rûsya birêve çû û tê de rêkeftin hat kirin ku navê Rojava nemîne, ew jî l hemberî bêdengbûna Tirkiyê û tevlîbûna di bereya Rûsya û Sûriyê de, herwiha PYDê soz daye Tirkiyê ku ti destkeftinên Kurdan li bakurê Sûriyê nebin.
Nûrî Birîmo derbarê wê pirsê de wiha domand: “Lîstikek bi PYDê tê kirin ku ew bi xwe jî dijatiya gelê Kurd di canê wê de heye, ji ber ku civîna Wezîrên Derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê de li dijî Kurdan bû.”
Civîna Qamişlo
Cewad Siyamend, Çavdêrê siyasî û pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de tekez dike ku rêkeftinek di navbera rêjîma Sûriyê û PKKê de heye li ser Rojavayê Kurdistanê û li gorî wê rêkeftinê her dema ku rêjîma Sûriyê vegere navçeyê, divê PYDê her tiştî radestî wan bike.
Wî pisporê karûbarê Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Piştî ku Rûsya cidîtir hat nava meydana rewşa Sûriyê û li Helebê serkeftin bidest be anî, beriya çend rojan Rûsya û rêjîma Sûriyê û PYDê li bajarê Qamişlo civiyan û di wê civînê de bi eşkere daxwaz ji PYDê hat kirin ku ala xwe û navê Rojava jê bibe û rewş vegere bo serdema rêjîma Sûriyê.”
Nûnerê Cemîl Bayik û civîna Himêmîm
Cewad Siyamend wiha got: “Di herdu rojên borî de, Rûya li navenda Himêmîm a Sûriyê ligel partiyên ser bi PKKê ve civiya û ji wan re got ku beriya niha rêjîmê navçe radestî wan kiriye û divê niha wê emanetê vegerînin, lê li ser tiştina lihev kirin. Rûsya her tişt ligel Zaxo Zagros Nûnerê Cemîl Bayik yekalî kir.”
Çarenivîsa çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê piştî rêkeftina Rûsya, Tirkiye û Îran bûye rojeva medya û ew pisporê karûbarê Rojavayê Kurdistanê derbarê wê yekê de dibêje: “Hêzeke leşkerî taybet bi PYDê ve tune ye û çekdarên li wir hemû yên PKK ne, herwiha gelek xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi zorê çekdar kirine. Çarenivîsa wan çekdarên li wir dê wek ya PJAK be, ku dê ew çekdar tevlî PKK bibin.”




