PYDê navê Rojava kir Bakurê Sûriyê

Qamişlo-KDP.info- Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin peyva “Rojava” jê hat derxistin.
Bi beşdariya 165 endmên desteya Rêxistinî ya Encûmena Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê, encûmen li Rimêlan duh sêşemiyê 27ê Kanûna 2016ê dest bi civînê kir, da ku reşnivîsa hevpeymaniya civakî bipejirîne.
Duyemîn civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de derdewam e.
Di civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê de, navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.
Pêştir PKKê rexne li wê yekê girtibû, ku navê Rojava jî bi navê sîstema federaliyê re hatiye û ragihandibû, ku divê navê “Rojava” ji navê sîstema federaliyê were jêbirin.
Di civînê de, Foze Yûsif, Endama komîteya cîbicîkar a TEV-DEM ragihand ku ew kesên ku dixwazin yekîtiya ax û gelê Sûriyê biparêzên divê dest ji hêvîyên xwe yên netewî berdin.




