26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Profîsorek: Di 2017ê de Herêma Kurdistanê serbixwe dibe

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Profîsorê Cografiya Siyasî Xelîl Îsmaîl dibêje, sala 2016 saleke zêrîn bûye bo Herêma Kurdistanê û di sala 2017 de dê Herêma Kurdistanê bighê serxwebûnê.

Ew profîsorê Kurd ji malpera KDP.info re ragihand: “Sala 2016 bo Herêma Kurdistanê sala şikandina terorîstên DAIŞê bû ku hemû xelkê Kurdistanê şanaziyê bi siyaseta bergiriyê li Kurdistanê dikin. Herwiha sala zêrîn a pêwendiyên Herêma Kurdistanê bû.”

Xelîl Îsmaîl wiha got: “Di tevahiya van 12 mehên sala 2016ê de, gelek berpirsên welatên cîhanê hatin Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan û piştgiriya xwe ji Kurdan re nîşan dan. Gelek caran ew berpirs beriya ku serdana Bexdayê bikin, dihatin Hewlêrê. Yan jî Serok Barzanî bo welatê xwe vedixwendin û piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê doza Kurdî li navçeyê tekez dikirin. Helbet ev hemû pêwendî gelek piştgîrî bo Herêma Kurdistanê misoger kirine, lewma jî sala 2017 dê sala bidawîhatina pirsgirêkan û serxwebûna Herêma Kurdistanê be.”

Wî profîsorê Kurd wiha domand: “Serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê li tevahiya cîhanê deng vedane û niha cîhan bi çavekî mezin li qehremaniya Hêzên Pêşmerge dinerin ku gelek kes ji ol û netewe û pêkhateyên Iraqê parastine û ew rizgar kirine, lewma jî hebûna hêzekê mîna Hêzên Pêşmerge piştevaniyeke mezin e bo gihîştin bi serxwebûnê.”

Nûçeyên têkildar