26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Welatiyekî Êzdî: 2 kurê min hebûn, DAIŞê yek bir û yê din PKKê revand

Çavkanî: KDP.info

Sinûn-KDP.info- Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weyis Nayif dibêje, min ji koçberekî pirsyar kir çima ti venagere Sinûnê û ji bin çadira kampê dernakevî? Di bersivê de wî welatiyê Êzdî got ku 2 kurî wî hebûn, lê DAIŞê yek bir û yê din jî PKKê revand, lewma jî ew venagere navçeyê.

Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi piştgiriya Hikûmeta Iraqê PKK li Şingalê maye û eger ne ji Hikûmeta Iraqê ba, ew li Şingalê nediman. Heta ku PKK jî li Şingalê be, xelk venagerin ser mal û warê xwe û dê her di koçberiya xwe de bin. Sedema wê yekê jî diyar e, ji ber ku ditirsin careke din karesateke din bi ser wan de bê.”

Nayif wiha got: “Çi wek encumen û çi jî wek xelkê Şingalê me daxwaz ji Iraqê kiriye ku nabe êdî alîkariya PKKê bikin li Şingalê û pêwîst e PKK hêza xwe ji Şingalê vekşîne, ji bo ku xelk vegerin ser mal û halê xwe. Duhî li kampekê min ji welatiyekî Êzdî pirsyar kir, çima ti venagere Sinûnê? Wî jî got, 2 kurî wî hebûn, lê DAIŞê yek bir û yê din jî PKKê revand, lewma jî ew venagere navçeyê.”

Nûçeyên têkildar