26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê PDKê li Şingalê: Ti hêzek neçûye Şingalê..Goran dixwaze şer vêxe

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa Şingalê ya PDKê Wehîd Bakozî dibêje, ti hêzek bo Şingalê nehatiye veguhêstin û Tevgera Goran dixwaze şikestinên xwe yên siyasî bi van îdîayan veşêre ku hewl dide şerê navxwe di navbera PDK û PKKê de vêxe.

Wehîd Bakozî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti hêzek bo Şingalê neketiye tevgerê de û ew îdîaya ku medyayên ser bi Goran ve belav dikin, ji ber şikestinên wan ên siyasî ne. Helbet ti kertek nemaye û bikar neaniye. Vê carê jî rê xweş dikin bo şerê navxwe di navbera PDK û PKKê de.”

Bakozî wiha got: “Em dibêjin hebûna PKKê li Şingalê metirsîdar e û Amerîka jî dibêje, divê PKK ji Şingalê derkeve, lê ti hêzek bo Şingalê neketiye tevgerê de û yê ku belgehên wî hebin bila eşkere bike ku hêz hatiye veguhestin.”

Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê ragihand: “Mana PKKê li Şingalê dibe sedem ku navçe neyê avakirin û rêxistin neyên Şingalê û xizmeta wê nekin, ew jî ji tirsa hebûna PKKê û kiryarên çekdarên wê li Şingalê, lewma jî em daxwaz dikin ku PKK ji Şingalê derkeve da ku ew navçe bê avakirin.”

Nûçeyên têkildar