“Pêwît e aliyên siyasî daxwaza derketina PKKê ji Şingalê bikin”

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê Diyarî Husên dibêje, pêwîst e hemû partiyên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxwaz bikin ku PKK ji Şingalê derkeve.
Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Mana PKK li Şingalê bo wê yekê ye ku deselata Kurdan li wê navçeyê nebe û nehêlin Şingal bê avakirin. Me çendîn car daxwaz ji PKKê kiriye ku divê ji Şingalê derkevin, me negotiye PKK terorîst e. Amerîka û hevpeymanên wê dibêjin PKK terorîst e, lewma jî ji ber wan welatên cîhanê alîkariya avakirina Şingalê nakin, ji ber ku ew neamade ne ew cihên ku terorîst lê bin, avakirinê bikin, lewma jî Şingal nehatiye avakirin.”
Husên wiha got: “Mixabin Hikûmeta Iraqê jî di bin navên cuda de pere û mûçeyan ji PKKê re li Şingalê dişîne, lê mafê rewa yê Hêzên Pêşmerge nade, tevî ku Pêşmerge hêza azadiya cîhanê ye û rêxistina terorîst a cîhanê şikand. Kurdên Êzdî jî daxwaz ji PKKê dikin ku ji Şingalê derkeve û vegere cihên ku jê hatiye.”
Wî berpirsê PDKê ragihand: “Hemûna PKKê li Şingalê pirsgirêk e ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ne ji PDKê re. Pêwîst e hemû partiyên siyasî yên di nava Hikûmeta Kurdistanê de biçin û daxwaz ji PKKê bikin ku ji Şingalê derkeve. Eger wisa jî nekin, bila bi eşkere bêjin em naxwazin PKK ji Şingalê derkeve. Hemû behsa karesata Şingalê û avakirina Şingalê dikin, bila rola wan di aramiya Şingalê de jî hebe.”




