26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka: Divê PKK ji Şingalê derbikeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner derbarê hebûna hêza PKKê li Şingalê de got: “Hebûna PKKê li wê derê astengiya herî mezin a lihevkirinê ye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner di civîna çapamneiya rojane de ragihand ku ew hebûna PKKê ku weke “rêxistineke terorê” pênase dike, li Şingalê wek astenga sereke dibînin û divê ti rola wê li Şingalê nebe.
Mark Toner amaje kir ku ji bo hemû pêkhateyên herêmê bikarin vegerin cihê xwe pêwîst e hemû hêzên li wê derê çalak hurmetê ji lihevkirina siyasî re bigrin û wiha domand: "Ez hêvî dikim ku hikûmeta Bexdayê jî derbarê mijara pêkanîna aramiya Şingalê û metirsiya ji ber hebûna PKKê de li gel metirsiyên me hevbeş e."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevpeyvîneke li gel malpera Almonitor de gotibû: “Em bi baweriyeke temam dibêjin, ku divê PKK Şingalê biterikîne û eger pêwîst bike em dê bo derxistina wan hêza serbazî jî bi kar bînin.

Nûçeyên têkildar