Cihê Rojavayê Kurdistanê ji rêkeftina Rûsya, Tirkiye û Îran..Kî berpirs e? Çarenivîsa Rojava dê çi be?

Hewlêr-KDP.info- Gelo bi wê siyaseta ku PYD li Rojavayê Kurdistanê dike, çarenivîsa Rojava çi dibe? Ew jî di dema ku rêkeftin di navbera Tirkiye, Rûsya û Îran de dikeve warê cîbicîkirinê de. Rojavayê Kurdistanê li kûdera wê rêkeftinê ye û kî ji wê piştguhkirin û dûrkirinê berpirs e. Derbarê wan pirsyaran siyasetmedar û pispor bersiva me didin û nêrîna xwe li ser wê rêkeftinê û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û siyaseta PYDê diaxivin.
Rêkeftina Îran, Rûsya û Tirkiyê
Tenê beriya hefteyekê hersê Wezîrên Derve yên Îran, Tirkiye û Rûsya li Mosko civiyan û derbarê rewşa Sûriyê de lihev kirin û niha ew rêkeftin dikeve warê cîbicîkirinê de. Di wê rêkeftinê de yekîtiya axa Sûriyê xeta sor e û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê ber bi qonaxeke nediyar ve diçe.
Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan derbarê wê rêkeftinê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Metirsî li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê heye. Guhertinên Sûriyê pir bilez bûne. Wek em dizanin deselata Rojavayê Kurdistanê ku PYDê ye nêzîk e ji rêjîma Sûriyê û her guhertinek bi ser wê rêjîmê de bê, dê guhertin bi ser wê pêwendiya ligel PYDê de jî bê, lewma nabe tenê partiyek li wir biryara çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê bixe destê xwe de.”
Dê çarenivîsa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çi be?
Osman Ocalan heman pirsyara zehmet dike û dibêje: “Di nava wan guhertinên Sûriyê de kî garantiya çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê dike? Niha jî nexuya ye ku dê çi biryar li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê derkeve. Ev bû dema ku me digot bila hemû Kurd pêkve statyoyekê ji xwe re çêbikin û wek Herêma Kurdistanê xwe bikin defakto, ku wê demê kesî nikarîbû ti biryarê li ser bide, lê mixabin niha aliyên Kurdî li wir di nav xwe de li dijî hev in û PYDê hemû rewatî bi xwe ve girê daye, lewma nexuya ye ku Rojavayê Kurdistanê li ser çi bingehekê birêve diçe û dê çarenivîsa wî perçeyê Kurdistanê dê çi be. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend caran ew aliyên Kurdî anîn cem hev û rêkeftin di navbera wan de çêkir, lê aliyê PKKê ew rêkeftin binpê kirin.”
Axaftin li ser yekîtiya axa Sûriyê tê kirin
Tekezkirin li ser yekîtiya axa Sûriyê, beşek ji naveroka rêkeftina Rûsya, Îran û Tirkiyê ye. Derbarê wê yekê de, Berpirsê Karûbarê Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Hemîd Derbendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Guhertinên Sûriyê pir bilez diçin û rêkeftina di navbera wan hersê welatan ber bi cîbicîkirinê ve diçe. Wek em dizanin yek ji xalên wê rêkeftinê yekîtiya axa Sûriyê ye. Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê jî nexuya ye, ku dê çawabe.Avakirina bereyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê dê xaleke bihêz a wî perçeyê Kurdistanê ba. Dê wê bereyê mafê Kurdan garantî kiriba, lê ji ber siyaseta dîktatorî ya PYDê û rêgirtin li ENKSê ev derfeta siyasî jidest çû.”
Hemîd Derbendî wiha got: “Me berê jî gotibû ku pêwîst e Kurd yekdeng bin û hemû aliyên siyasî bihevre biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û pêwendiyên wan ligel welatên cîhanê bihêz bikin û wan welatan nêzîkî doza xwe bikin. Niha ka ew pêwendî û ka ew stratîjiya bihêz ya ku li wir heye? Herêma Kurdistanê xwe kir defakto li navçeyê. Me dixwest bereyeke hevbeş li wir ava kiriba, lê ev yek nekirin û PYDê her tişt xist destê xwe de. Li Rojavayê Kurdistanê ka aborî bihêz, ka deriyê bazirganî navdewletî. Dema Serok Barzanî rêkeftin di navbera aliyên siyasî de kir, aliyê PYDê ew rêkeftin fêm nekirin, lê niha sûda wê rêkeftinê diyar dibe û xuya dibe ku çima gerek biryareke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê heba.”
Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê
Li gorî psporên siyasî û navdewletî bo diyarkirina çarenivîsa Kurdan li Sûriyê, divê gelê Kurd biryarê bide ne partiyeke siyasî bi tenê. PYDê li wî perçeyê Kurdistanê berjewendiya rêjîma Sûriyê diparêze ne xema paşeroja Rojava dixwe.
Parêzer û pisporê pêwendiyên navdewletî Salih Ehmed Mistefa ji malpera KDP.info re behsa rêkeftina di navbera wan hersê welatan de kir û ragihand: “Ew rêkeftin jibilî hinek aliyên navdewletî, hinek aliyên aborî li xwe digire, lewma jî piştî wê rêkeftina ku hat kirin, tê çaverêkirin ku ew hersê welat biryarê li ser aboriya Sûriyê jî bidin. Baş e ka aboriya Rojavayê Kurdistanê? Me dît ku Başûrê Kurdistanê bi riya aborî riya navdewletî ji xwe re vekir, gerek li Rojavayê Kurdistnê jî wisa ba, lê bi vê siyaseta PYDê ew yek pêk nayê.”
Wî pisporê pêwendiyên navdewletî derbarê wê yekê de ragihand: “Bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê divê çareseriyek hebe, da ku ew di çarçoveyeke navdewletî de kar bikin, ji bo ku mafê wan neyê xwarin, helbet ew yek jî bi riya siyaseta hizbekê bi tena xwe nabe û divê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe re bidin.”




