26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê 3 endamên PDK-Sê di nava çadirekê de şewitandine

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê PDK-Sê Kawa Azîzî ragihand ku PYDê 3 endamên partiya wan bi zorê birine leşkeriyê û li wir di çadirekê de agir berdane wan û ew şewitandine.

Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Efrînê çekdarên PYDê 3 endamên me bi zorê birine leşkeriyê û piştre di çadirekê de agir berdane wan û ew şewitandine.”
Derbarê wê bûyerê de, Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê naxwaze termên wan hersê kesan radestî malbatên wan bikin û lêkolînê jî nake û sedema şewitandina wan jî eşkere nake, lewma jî ev amaje ye ku destê PYDê di kuştina wan de heye.”

Nûçeyên têkildar