26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hemîd Derbendî: Rojavayê Kurdistanê bê bingeha aborî û dîplomatîk e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Karûbarê Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Hemîd Derbendî ragihand ku pêwîst nake PKK û PYD xwe ji gotinên Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiran bibin, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê bê bingeha aborî û dîplomatîk e.

Piştî axaftinên Nêçîrvan Barzanî derbarê Rojavayê Kurdistanê ku gotibû, Rojavayê Kurdistanê bûye dîlê destê PKKê, berpirsên PKKê li ser ragihandina xwe êrişî wî kirin.

Derbarê wê yekê de, pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de, Hemîd Derbendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêçîrvan Barzanî rastî got, ew kesekî siyasî û îdarî ye jî, baş dizane ku li Rojavayê Kurdistanê bingeha aborî û dîplomatîk û lihevkirina niştimanî û civakî tune ye. Serokwezîrê Kurdistanê dizane li kûderê wê axaftinê bike.”

Hemîd Derbendî wiha got: “Ev çendîn sal e ku Sûriye mafê gelê Kurdistanê nedaye, lê niha PYD ew ji xwe re kirine hevpeyman û nêzîkî wan bûye, baş e çima xwe nêzîkî partiyên Rojavayê Kurdistanê nakin? Nabe ew bi kêfa partiyekê pêwendiyên xwe ligel welatan girê bidin.”

 

Nûçeyên têkildar