Encumena Wezîran cejna dayîkbûna Hezretê Mesîh pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Di peyamekê de, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistnê cejna dayîkbûna Hz. Îsayê Mesîh li mesîhiyan pîroz kir.
Di peyama pîrozbahiyê de hatiye:” Îsal cejna dayîkbûna Hz. Mesîh (Ku silavê xwedê lê bin) di demekê de ye ku xweşbextane terorîstên DAIŞ li zor şûnan rastî şikestê hatine û li devereke berfireh yê Kurdistanê û Iraqê hatine derxistin lê belê hêşta cend şûnên din yên xwişk û birayên me yên Mesîhî û pêkhatiyên din di bin siya reş ya terorê de mane û bi sedan hezar kes li xwişk û biryên me yên Mesîhî û pêkhatiyên din mêvanên xelkê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê ne û di jiyana zehmet a penaberiyê dene.
Di peyamê de herwaha Encumena Wezêran a Herêma Kurdistnê hêvî xwastiye ku ev cejne bibe cejna vegera aştî û aramî û seqamgiriyê ji bo xwîşk û biryên Mesîhî li Kurdistanê û Iraqê de û di cejna bê de bi serkeftî û serferazî vegerne ser milk û malên xwe.




