PDK: Emê li ser piştevanî û alîkariya birayên xwe yên Xristiyan berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) cejna Kirîsmesê li Xristiyanên Kurdistanê pîroz kir û ragihand ku ewê li ser piştevanî û alîkariya hemû pêkhateyên Kurdistanê û birayên xwe yên Xristiyan berdewam bin.
PDKê, îro di peyamekê de, cejna jidayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) li tevahiya Xristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Di peyama PDKê de hatiye gotin ku PDK soz dide bo nûavakirina cih û warê Xristiyanan yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin çi ji destê wan were dê bikin da ku xelkê wan deveran bikarin vegerin malên xwe.
PDKê her wiha ragihandiye ku Kurdistana Başûr, ruxmî hemû êriş û tehdîdên terorîstan û dilnexwazin, mîna her car landika çanda aştîxwaziyê û pêkvejiyanê ya hemû gelên Kurdistanê ye.
PDKê di peyama xwe de ragihand ku ewê li ser piştevanî û alîkariya hemû pêkhateyên Kurdistanê û birayên xwe yên Xristiyan berdewam bin.
Polîtburoya PDKê ragihand: “Herdem Serok Barzanî berdewam tekez li ser pirensîpên pêkvejiyan û canê lêborînê di navbera hemû pêkhateyan de kiriye û em wek PDKê jî hevsoziya xwe bo hemû ol û mezhebên Kurdistanê tekez dikin.”




