26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Artêşa Sûriyê: Heleb bi temamî hat kontrolkirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Artêşa Sûriyê kontrolkiria tevahiya bajarê Helebê ragihand.

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdarên Sûriyê îro pênşemî 22ê Kanûna 2016ê, derbarê rewşa dawîn a bajarê Helebê de daxuyaniyek da.

Fermandariya Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe de, kontrolkirina tevahiya taxên bajarê Helebê bi fermî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, proseya veguhastina çekdar, birîndar û xelkê sivîl li taxên rojhilatê Helebê bi temamî dawî pê hatiye.

Artêşa Sûriyê tekez kiriye, ku niha hemû aliyê rojhilatê Helebê di bin kontrola hêzên hikûmetê de ye.

 

Nûçeyên têkildar