HRW: PKK zarokên Êzdiyan çekdar dike

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, ew zanyariyên ku Human Rights Watch derbarê PKKê belav kirine, rast in, belê PKKê zarokên Êzdiyan direvîne û wan çekdar dike, lewma jî Êzdî venegeriyane Şingalê.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Zanyariyên ku Human Rights Watch derbarê PKKê belav kirine ku dibêje PKK zarokên Êzdiyan çekdar dike, rast in. Kurdên Êzdî bi xwe ji ber vê yekê newêrin vegerin Şingalê, ji ber ku ditirsin PKK zarokên wan birevînin.”
Mehma Xelîl wiha got: “Jibilî ku PKK zarokên Êzdiyan direvîne, piştre rê nade malbatên wan ku zarokên xwe bibînin.”




