26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Ceifer: Heşda Şeibî dixwaze arîşeyan li navçeyên Kurdistanî çêbike

Çavkanî: KDP.info

Xaniqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Xaniqîn, Şêx Ceifer Mistefa ragihand ku Heşda Şeibî li hinek navçeyên Kurdistanî dest bi nivîsandina navê ciwanan kiriye da ku wan çekdar bike, ku destpêkê mûçe dide wan û piştre kar bi wan dike. Herwiha nêteke wan a xerab heye û dixwazin pirsgirêk û arîşeyan li navçeyên Kurdistanî derxînin.

Şêx Ceifer Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demek e ku Heşda Şeibî li parêzgeha Diyale navendeke leşkerî mezin vekirine û dest bi nivîsandina navê xelkê kirine da ku wan tevlî xwe bikin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Heşda Şeibî dest bi kampanyayeke berfireh bo nivîsandina nav kiriye. Di serî de mûçe didin wan û piştre wan dişînin malê û ji wan re herin heta em karekî ji we re bibînin emê bişînin dûv we.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, “Heşda Şeibî bi vî karî dixwaze ciwanan bi aliyê xwe bikşîne, ku nêteke wan a xerab heye, ku dixwazin pirsgirêk û arîşeyan li navçeyên Kurdistanî çêbikin.”

Nûçeyên têkildar