26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê em sîstema xwe ya tendirustiyê bugherin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, pirsgirêkên sîstema tendirustiya Herêma Kurdistanê hene û divê ew sîstem bê guhertin.

 

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, konferansa nexweşiyên dil û girîngiya çareseriya wan birêve çû.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî Konferansa Nexweşiyên Dil bû têde gotarek pêşkêş kir û got, divê em rê li ber sedemên nexweşiyên dil bigrin û rêya her bibandor jî werzîş e.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku beriya çend salan nexweşiyên dil li Başûrê Kurdistanê nebûn wiha domand: “Li gorî berê em xwarin û vexwarina baştir dixwin lê vexwarina cixarê zêde bûye û herwiha em werzîşê jî nakin.”

 

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê  4 hezar kes hene ku dilên wan kun in, lê hezar û 700 kes ji wan hatine çareserkirin.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî: “Hikûmet ji hemû tiştan berpirs e, lê hemû pirsan çareser nake. Sedema pirsgirêka tendirustiya Herêma Kurdistanê jî ev e. Niha sîstemek sosyalist a ji heyama Sedam mayî heye ji ber vê yekê pirsgirêka tenduristiyê li tevahiya Iraqê heye. Divê ev sîstem were guhertin û kerta taybet were pêşxistin.”

 

Nêçîrvan Barzanî karmendên tendirustiyê ji bo xebatên wan ên pêşkêşî koçberan dike teqdîr kir û ji bo alîkariuî sipasiya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt û Ûrdinê kir.

 

Nûçeyên têkildar