Kurdên Êzdî: PKK rêgir e ji vegera me re bo Şingalê..Bila ji Şingalê derkevin

Şingal-KDP.info- Kurdên Êzdî yên ku koçberî Dihok û navçeyên din bûne û niha di bin çadirên Kampan de dijîn, daxwaz dikin bilez PKK ji Şingalê derkeve da ku bi azadî vegerin ser mal û warê xwe û Şingal bê avakirin û vegere ser Herêma Kurdistanê. Herwiha dibêjin, PKK xerabtir ji DAIŞê karesatan tîne serê Şingalê.
Amerîka di wê baweriyê de ye ku heta PKK li wir be, Şingal nayê avakirin
Temo Lezgîn ku Kurdekî Êzdî ye ji malpera KDP.info re dibêje: “Ev zêdetirî 2 salan e ku em koçber bûna û di koçberiyê de dijîn. Niha jî ku Şingal û navçeyên me azad bûne, em daxwaz dikin ku bilez PKK ji Şingalê derkeve da ku em vegerin ser mal û halê xwe û em dest bi jiyaneke nû bikin û ji van çadiran rizgar bibin. Amerîka em dilxweş kirin dema daxwaz ji PKKê kir ku Şingalê derkeve, ji ber ku Amerîka jî gihîştiye wê baweriyê ku heta PKK li Şingalê be ew bajêr nayê avakirin û xelk venagerin ser mal û cihê xwe.”
Welatiyekî din ê Êzdî bi navê Haco Hemo dibêje: “Heta PKK li Şingalê be em venagerin, ji ber ku em dizanin heta ew li wir bin, em ti aramiyekê nabînin, ji ber ku çekdarên PKKê rojane keç û kurên Êzdî direvînin û wan dibin Qendîlê û navçeyên din, lewma jî em daxwaz dikin ku PKK dest ji xelkê navçeya me berde û vegerin cihên ku jê hatine, da ku em jî vegerin ser malê xwe û bi aramî bijînin.”
PKK ji DAIŞê xerabtir tîne serê Kurdên Êzdî
Xidir Hadî ku welatiyekî din Şingalê ye, gelekî spasiya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî kir ku Şingal û navçeyên wan ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin û dibêje: “Çavê me li rizgarkirina Şingalê bû da ku em vegerin ser mal û warê xwe, lê piştî ku Şingal rizgar bû me dît ku PKK hat û ket Şingalê de û niha naxwaze jê derkeve. Ew ji DAIŞê xerabtir tînin serê xelkê Şingalê de, ku nahêlin Şingal bê avakirin û xelk vegerin ser mal û halê xwe. Avahiyên hikûmî yên dewletî dagîr kirine û rojane hêzên xwe zêde dikin. Eger PKK partiyeke Kurdî ye, bila bi aştî ji navçeyê derkeve, da ku em jî bi azadî vegerin ser mal û warê xwe û dûbare Şingalê ava bikin û hewl bidin ku vegere ser Herêma Kurdistanê.”




