26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê bi tundî teqîn terorîstî ya Koye şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî teqînên şeva borî yên li nav kampa PDKa Rojhilat de, şermezar kir.

Li hember rûdana wan teqînan, îro çarşemî 21ê Kanûna 2016ê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuynaiyekê bertek nîşan da û teqînên li Koyeyê yên li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat) bi tundî şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Êvariya roja Sêşemê 20ê Kanûna 2016ê, di encama teqîna du bombeyên vedayî de li pêşiya Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Koyeyê, hejmarek pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê û karmendên Asayişa Bajarê Koyeyê şehîd bûn û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.”

Herwiha di daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên li Koyeyê bi karên terorîstî bi nav dike û bi tundî teqînan şermezar dike.

Li ser vê yekê daxuyanî wiha dibêje: “Em jibilî ku gelek bi tundî wî karê terorîstî şermezar dikin, em sersaxiyê jî ji malbatên şehîdên wê bûyerê re dixwazin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Herwiha daxwaz ji sazî û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, ku bikerên wan teqînan di demekê zû de bibînin û radestê yasayê bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bi pêwîst dizane ku “sazî û dezgehên pêwendîdar û Asayiş bi zûtirîn dem encamderên wê karê terorîstî bibînin û teslîmê yasayê bikin û hemû rêkaran jî pêk bînin, da ku bûyerên wisa dubare nebin.”

Di dawiyê de jî, Serokatiya Herêma Kurdistanê de amaje bi armanca terorê kiriye û daye xuyakirin: “Armanca terorê çêkirina alozî û tirs di nava xelkê de û ne îstiqrariya siyasî ye û pêwîst e bi hewlên hemû aliyan, rê li wê yekê were girtin û were jinavbirin.”

Nûçeyên têkildar