26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê pilanek siyasî bo qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê hebe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê kir û di wê hevdîtinê de hevahengiya leşkerî ya di navbera herdu aliyan de hat nirxandin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê pilanek siyasî bo qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê hebe.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de Sajjan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê jî kir ku karîne di rewşa dijwar ya niha de berxwe bidin û di warê leşkerî û însanî de pêşweçûnên baş bidest bixin.

Sajjan herwiha spasiya hêzên pêşmerge jî kir ku di karên xwe yên li gel psporên Kanadayî de gelek hevkarî û karasanî pêşkêş kirine û tekez li ser vê yekê kir ku Kanada amadeye pêdiviyên hêzên pêşmerge dabîn bike.

Sajjan di beşeke din ji axaftinên xwe de aramiya heyî ya li Kurdistanê jî bi faktereke baş bo sermayegozariya biyanî li Kurdistanê wesif kir û got: “Hikûmeta Kanadayê jî dikare hêlbirênerên Kenedî han bide daku li Kurdistanê de kar bikin.”

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya wezîrê berevanî yê Kanadayê kir û herwiha jiber hevkariyên leşkerî û însanî yên Kanadayê ên bo Kurdistanê jî spasiya hikûmeta Kanadayê kir û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û psporên Kanadayî jî di warê perwerde kirinê de bi girîng wesif kir û hêviya vê yekê jî xwest ku Kanada hevkariyên xwe yên bo Kurdistanê netenê bidomîne belku zêdetir jî bike jiber ku piştî destpê kirina operasiyona azad kirina Mûsilê hijmareke zêdetir aware berê xwe dane Kurdistanê û hatina awaran jî hina didome.

Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî eşkere kir ku di warê leşkerî de têkiliyên baş di navbera her du aliyan de hene û em tekez li ser domandina hemahengiya heyî ya di navbera her du aliyan de dikin.

Derbarê derfetên heyî yên bo hêlbirînê li Kurdistanê de Serokwezîr eşkere kir ku rewşa Kurdistanê arame lewre çi niha û çi di pêşerojê de jî vê derfeteke gelek baş bo hêlbirêneran hebe.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftinên xwe de daxwaz ji wezîrê berevanî yê Kanadayê kir daku hana kompaniyên Kenedî bide boku li Kurdistanê de kar bikin.

Nûçeyên têkildar