Hadî: Nexweşxaneyên Hewlêrê tije nexweş û birîndarên Mûsilê bûne

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî dibêje, ji ber şerê Mûsilê zexteke mezin li ser nexweşxaneyên Hewlêrê çêbûye û dermanê ku Bexda jî dişîne têra wan nake.
Newzad Hadî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê tije nexweş û birîndarên Mûsilê bûne. Tişta ku Bexda dide ji pêdviyên tendirûstî û derman têra wan nake, lewma me daxwaz jê kir zêdetir derman û pêdviyên tendirûstiyê ji me re bişîne, ji ber ku zexteke mezin li ser nexweşxaneyên me ye.”
Hadî wiha got: “Roj bi roj hejmara koçberên Mûsilê li Hewlêrê zêdetir dibin. Koçber serdana nexweşxaneyan dikin, herwiha birîndarên ji hêzên Iraqê jî bo nexweşxaneyên Hewlêrê tên veguhestin, ev yek bûye sedem ku nexweşxaneyên Hewlêrê tije bibin, lewma jî divê bilez alîkarî bigihên nexwexaneyên Hewlêrê.”




