Edhem Barzanî: Divê yekrêzî armanca me hemûyan be

Silêmanî-KDP.info- Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê ya Silêmanî – Helebçe Edhem Barzanî dibêje, divê yekrêzî û yekgirtûyî û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê armanca sereke ya me hemûyan be, ji ber ku miletê yekgirtî miletekî serkeftî ye.
Edhem Barzanî derbarê civînên şanda PDKê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, ragihand: “Tişta ku ji me re girîng e ku ligel rizgarbûna xalên dawî yên sînorê Başûrê Kurdistanê, Serok Barzanî bi dengekî bilind daxwaza yekrêziya navmala Kurdistanê kir. Danûstandinên vê dawiyê yên şanda PDKê ligel aliyên siyasî ji ber peyama Serok Barzanî ne, da ku wê peyama wî bikin rastî li ser erdê.”
Edhem Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê yekrêzî û yekgirtûyî û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê armanca sereke ya me hemûyan be, ji ber ku miletê yekgirtî miletekî serkeftî ye. Herwiha nexweşî û karesatên miletan jî ji ber nakokiya di navbera alî û girûpên wê de çêdibin.”




