Çeto: Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku PKK li Şingalê metirsî ye

Şingal-KDP.info- Serokê Frakisyona Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Mûsilê de dibêje, wan hemû metirsiyên PKKê ji Amerîka re behs kirin û Amerîkî jî gihîştine wê baweriyê ku hebûna PKKê li Şingalê metirsî ye, lewma jî xelkê navçeyê venagerin ser malên xwe.
Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî serdana me bo Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê û hatina şanda Amerîkî bo Şingalê, em gihîştin wê baweriyê ku hemû pirsgirêkên navçeyê PKKê ye, lewma jî xelk ji ber wan venagerin ser mal û halê xwe, ne ji ber nebûna xizmetan. Xelk neamade ne piştî wan hemû qurbaniyan vegerin navçeyekê ku PKKê lê ye û pirsgirêk ji wan re derkevin.”
Çeto wiha got: “Me mînakên rast û realît dan şanda Amerîka, ku PKK keç û kurên bin 18 salî ên Şingalê çekdar kirine û me ji wan re behsa kuştin û kiryarên PKKê li Şingalê kir, herwiha me behsa hatin û çûna çekdarên PKK bi otomobîlên camreş û anîna Erebên ku teide li xelkê Şingalê kirine, kir. Amerîka jî gihîştiye wê baweriyê ku hebûna PKK li Şingalê metirsî ye.”




