Başûr- PKKê komek gundên Çoman dagîr kirine

Çoman-KDP.info- Qaymeqamê bajarekê Çoman ê Başûrê Kurdistanê Ehmed Qadir ragihand, komek gund li Çoman hene ku PKK destê xwe daniye ser wan û arîşe û pirsgirêkan ji xelkê deverê re çêdikin, herwiha hingî gumrik û bacê ji xelkê distînin, barê xelkê û xwedî pez û ajelan giran kirine.
Ehmed Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Komek gund li sînorê bajarokê Çoman, çi li sînorê Hacî Omran û çi li Baleyan, ji aliyê PKKê ve hatine dagîrkirin, ku rêgiriyê li xelkê dikin, yan jî bac û gumrikê ji welatî û koçer distînin, ku vê yekê jî pirsgirêk ji welatiyan re çêkirine û barê ser milê wan giran kiriye.”
Qaymeqamê Çoman wiha got: “Xelkê wan gundan û koçer daxwaz dikin ku PKK li navçeya wan nemîne, da ku bi azadî herin gundên xwe û koçer jî bi azadî pez û ajelên xwe bibin wir û li wir ti pirsgirêk ji wan re dernekevin.”




