“Em nahêlin Şingal bibe Qendîla duyemîn..Amerîka û Ewropa PKKê hişyar kirine”

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Wehîd Bakozî dibêje, em nahêlin PKK Şingalê bike Qendîla duyemîn. Herwiha dibêje jî, Amerîka û Ewropa hişyarî dane PKKê, ku divê çekdarên xwe ji Şingalê derxîne.
Wehîd Bakozî ji malpera PDK.info re ragihand: “Amerîka û hinek welatên Ewropa jî ji hebûna hêzên PKKê li Şingalê dilgiran in û hişyarî dane PKK ku ji wir derkeve, ji ber ku hebûna PKK li Şingalê rewşê têk dibe û dibe sedem ku ew dever neyê avakirin.”
Wehîd Bakozî her wiha got: “PKKê çend avahiyên fermî yên Şingalê dagîr kiriye û niha jî dixwaze çekdarên xwe ji Bakûr û Rojava derbasî Şingalê bike. Lê emê nehêlin PKKê Şingalê bike Qendîla duyemîn. Divê PKK ji Şingalê derkeve.”
Bakozî wiha domand: “Xelkê Şingalê êdî naxwazin PKK li Şingalê bimîne û gotiye, xelkê dibêjin bila PKK zû ji Şingalê derkeve çimkî PKK li wir aloziyê derdixe û mîna Heşda Şeibî pere ji Bexdayê distîne.”




