PDK û Goran li Silêmaniyê civiyan

ÎSilêmanî-KDP.info- Îro şandeke PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî li bajarê Silêmaniyê bi Tevgera Goranê re civîn pêk anî.
ro dûşemî 19ê Kanûna 2016ê, di çarçoveya hewldanên bo çareserkirina kirîza siyasiya li Herêma Kurdistanê de û bo pêkanîna hevdîtinan bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re, şandeke pilebilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî serdana bajarê Silêmaniyê kir.
Şanda PDKê detspêkê bi berpirsên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) re civiya.
Piştre şanda PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî gihîşt Girê Zergete, li gel rayedarên Goran civiya.




