Sê wezîrên Ewropa bo Kurdistanê: Em li pişta we ne..Beljîka nûneratiya xwe li Kurdistanê vedike

Hewlêr-KDP.info- Di kongireyeke rojnamevanî hevbeş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, hersê wezîrên derve yên Holenda, Baljîka û Luksemburg piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û çareserkirina kirîzan de, ragihandin. Herwiha Wezîrê Derve yê Beljîka ragihand ku welatê wî dixwaze konsulxaneya xwe ya fexrî li Herêma Kurdistanê veke.
Wezîrê Derve yê Holendayê Bert Koenders, Wezîrê Derve yê Beljîkayê Didier Reynders û Wezîrê Derve yê Luksenburgê Jean Asselborn ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiyan û piştî civîna xwe kongireyeke rojnamevanî lidar xistin
Di wê kongireyê de Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Hatina hersê wezîran bo Kurdistanê di vê demê de girîng e û em vê serdanê wek piştevanî û alîkariya xwe dibînin. Herwiha hatina wan nîşan e bo alîkariya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û pêşkêşkirina alîkariyan bo koçberên li Kurdistanê.”
Derbarê civîna xwe ligel hersê wezîran, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Me civînek baş lidar xist. Me sipasiya wan welatan kir yên ku ji aliyê perwerdeya leşkerî ve alîkariya Hêzên Pêşmerge kirine û ji aliyê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ve alîkariya koçberan kirine. Herwiha me di warê çaksazî û reforman de me daxwaza alîkariyê ji wan kir.”
Wezîrê Derve yê Luksenburgê Jean Asselborn di wê kongireya rojnamevanî de, ragihand: “Me civîneke baş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lidar xist. Me behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Herwiha em li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de kirin. Em hatine da ku ji we re bêjin em li pişta we ne di şerê li dijî DAIŞ de. Em bi navê Yekîtiya Ewropa spasiya Kurdistanê dikin ku zêdetir ji 50% ji koçberên Iraqê lixwe girtiye. Em dizanin ku Kurdistan cihê pêkvejiyanê ye û em dizanin ku ji ber qutkirina budceya Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, kirîza darayî li cem we heye.”
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Beljîkayê Didier Reynders ragihand: “Ev cara duyem e ku ez serdana Herêma Kurdistanê dikim. Ez dixwazin bêjim ku em li pişte we ne di şerê DAIŞê de. Herwiha piştî wî şerî jî emê piştevaniya we bikin di asayiş û aramiya Kurdistanê de. Em dixwazin ji aliyê bazirganî û aborî ve jî pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş bin û alîkariya wê bikin. Em dixwazin konsulxaneya xwe ya fexrî li Herêma Kurdistanê veke.”
Wezîrê Derve yê Holendayê Bert Koenders jî ragihand: “Herêma Kurdistanê û Holenda pêwendiyeke baş di navbera wan de heye û em ji wê pêwendiyê kêfxweş in û ya girîng ew ku ev pêwendî pir bihêz e. Tîmeke me ya leşkerî li Herêma Kurdistanê heye, ku ji aliyê berwerdeya leşkerî ve alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin, ji ber ku Pêşmerge roleke mezin dibînin di parastina xelk û asayişa navçeyê de. Herwiha em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku deriyê xwe ji koçberan re vekiriye. Di şerê Mûsilê de em li pişta kurdistanê ne. Herwiha divê pilanek ji Mûsilê re li piştî nemana DAIŞê hebe, ku pilana îdareya wê bê amadekirin.




