Osman Ocalan: Îdareya nû ya Amerîka zêdetir xwe nêzîkî Kurdan û serxwebûnê dike

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan dibêje, tê pêşbînîkirin ku di deselata Komariyan li Amerîka de, Kurd ber bi serxwebûnê ve biçin, ji ber ku îdareya wan zêdetir xwe nêzîkî pirsa Kurdî û serxwebûna Kurdiatnê û Serok Barzanî dike.
Serokê nû yê Amerîka Donald Trump nêzîk dibe ji wergirtina serokatiya kursiyê serokatiyê bi fermî. Cîhan çaverê dike ku gelo dê li ser destê Trump siyaseta derve ya Amerîka çi guhertinek bi ser de bê. Nexasim ku Komarî giringiyeke mezin didin siyaseta derve. Herêma Kurdistanê li dijî terorê biser ketiye û xwe ji pirojeya serxwebûnê re amade dike.
Derbarê van pirsan de, siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Trump ku ji Partiya Komariyan e, partiya wî pir giringî bi pirsa Kurdî dida. Wek mînak di sala 1991ê de siyaseta Komariyan li hemberî Kurdan pir zelal bû, ku Kurd li Başûr bi raperînekê serî hildan û di serdema Komariyan de xeta 36 bo parêzbendiya Herêma Kurdistanê hat diyarkirin. Herwiha di serdema Boşê kur de û piştî azadkirina Iraqê, pirsa sîstema fedraliyê ji Kurdan re jidayik bû, lewma jî niha tê pêşbînîkirin ku di serdema Komariyekî din de ku Donald Trump e, serxwebûna Kurdistanê bibe defakto û Kurd bibin xwedî dewlet.”
Osman Ocalan wiha got: “Niha Herêma Kurdistanê ku behsa serxwebûna Kurdistanê dike û nexasim hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê bi eşkere li cîhanê tên dîtin û îdareya nû ya Amerîka pir bi giringî li wan hewlên Barzanî û Hêzên Pêşmerge dinere. Ji ber ku pêwendiyeke pir baş di navbera wê îdareya Amerîka û Serokê Herêma Kurdistanê de heye. Ji bo Amerîka jî pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e, lewma jî tê pêşbînîkirin ku Amerîka di qonaxa bê de bi xwe piştevaniyeke temam bide serxwebûna Kurdistanê. Amajeyên wê yekê jî di nêzîkbûna zêde ya îdareya nû ya Amerîka bo pirsa Kurdî, derdikeve.”




