Heta hêzên Dîcleyê neyên hilweşandin pêşmerge cîhên xwe ber nadin

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên ragihand ku, heta hêzên Dîcleyê neyên hilweşandin vê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji cîhên xwe paşde wenekêşin.
Husên eşkere kir ku, nûçeya wekêşandina hêzên Pêşmergeyê beriya hilweşandina hêzên Dîcleyê nûçeyeke neraste û tişta ku, xuya dike Malikî xwe bo şer amade kiriye lewre mafê Kurd jî heye ku, amadekariyên xwe yên ji bo şer bike.
Çavkanî eşkere kir ku, eger şer çi li Kerkûkê anjî çi li Devereke din destpê bike vê bêgoman gelek Deverên din jî bide berxwe û agirê vê şera han jî gelek metirsîdar be lê bi ti awayî ev şera han nabe şerê Kurd û Ereb.
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku, xwedê neke şer destpêbike lê eger şer destpê bike vê demê baweriya me bi hêzên Pêşmerge heye û lêkolînên Berpirsiyarên hêzên han jî ji serkeftina hêzên Pêşmerge piştrastin.




