Newzad Hadî: Xelkê Kurdistanê hêjayî serxwebûnê ne

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê dijayetiya xwe li hewlên radestkirina beşek ji desthilata herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê anî ser ziman û tekezî kir ku xelkê Kurdistanê hêjayî serxwebûnê ne.
Îrao 18.12.2016ê parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî gotarek li kernevala xwandevanên herdu zanîngeha Selahedîn û zanîngeha polîteknîka Hewlêrê pêşkêş kir û ragihand ku: “Pirsgirêkên Kurdistanê li Kurdistanê çareser dibin ne bi radestkirina desthehlat herêma Kurdistanê bi Bexdayê.”
Wî berpirsî herwaha diyar kir ku “pêşwîst e aliyên siyasî di Kurdistanê de li gel yek bicivin û bi îradeyeke bihêz pirsgirêkên xwe çareser bikin nabe miletek bi ew qas xebatê rêvebirina xwe bide destên bexdayê.”
Di dawiyê de Newzad Hadî ragihand ku: “Xelkê Kurdistanê hêjayî serxwebûnê ne û xelkekê berxuderbûne û ev ala Kurdistanê bi hezkirina Ciwanan dê her dem serbilind bimîne.”




