Pênc partiyên Bakur: Ji şer re na.. Ji çareseriya siyasî re erê

Amed-KDP.info- Di Roja Ala Kurdistanê de Hereketa Azadî, PAK,PAKURD, PDK BAKUR û PSKê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, ku divê gelê Kurdistanê bi helwesteke yekgirtî bêje ji şer re na û ji çareseriya siyasî re erê.
Hereketa Azadî, PAK,PAKURD, PDK BAKUR û PSKê bi daxuyaniyeke hevpar roja Ala Kurdistanê pîroz kirin û gotin, “Ala Kurdistanê ji sala 1919an û pê de ji aliyê Kurdan, ji aliyê Kurdistaniyan hatiye qebûl kirin.Ev ala herweha mîrasa Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Melle Mustafa Barzanî ye ku radestê me bûye.”
Di daxuyaniyê de behsa êrîşên ser Ala Kurdistanê hate kirin û hate diyarkirin, “Ew alaya ku nirxekî me yê netewî û Kurdistanî ye, ew alaya ku di rêya wê bi sedhezaran gelê me şehîd bûye; mixabin îro li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDyiyan ve tuşî şewitandin, heqaret û êrîşan dibe.Ev helwesta xerab ya li himberî Ala Kurdistanê hatiye holê , asta texrîbat û dejenerasyonê jî nîşan dide.Ev jî balkêş e, cîhê xemê ye.”
Partiyên Bakûr balkişandin ser rewşa Bakûrê Kurdistanê û şerê piştî Tîrmeha 2015ê û wiha pêde çûn: “Îro ew neheqî, kuştin û wêraniyên di dîroka me de bi dehan caran em tûşî bûne, careke din dubare dibe. Êrîşên ku ji TÎrmeha 2015an heta îro bi kuştin û wêraniyê ji aliyê dewletê ve didome, bi girtina parlamenter, şaredar, siyasetvan, rewşenbîr û rojnamevanan, bi tayîn kirina qeyûman berdewam e.
Her çiqas aşkere ye ku siyaseta xendek û û teqînên li nav bajaran çend zerar dayê gel, welat û doza me; lê mixabin PKK hîna jî di vê siyaseta tûnd û tûjiyê de bi rijd e.”
Hereketa Azadî, PAK,PAKURD, PDK BAKUR û PSKê di daxuyaniya xwe de emaje bi wê yekê kirin ku aliyên vî şerî germ dikin, beriya her tiştê dixwazin li bakurê Kurdistanê rê li ber xebat û rêbazên siyasî, sivîl, demokratîk bigirin û wiha gotin; “Di encama vî şerî de hinekî biser ketine jî. Îro hemû rêyên siyasî û sîvîl li ber Kurdan têne girtin û dixwazin berê gelê me bes bidin şerî. Lê emê neyên vê lehîstikê.Gelê Kurdistanê bi van tecrûbeyên xwe yên bi salan, dê rê nede vê siyaseta şerî biser bikeve. Îro berjewendî û daxwaza gelê me di şîara ‘ji şer re na, ji çareseriya siyasî re erê’ de veşartî ye. Divê gelê Kurdistanê bi helwesteke yekgirtî vê şîarê bilind bike û nehêle tu kes ji îro ve îpotekekê deyne ser pêşeroja me.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, ku ne siyaseta dewletê û ne jî teqînên li bajaran rê ji çareseriy3e re venakin û ev peyv hatine bikaranîn: “Divê dewleta Tirkiyê bizanibe bi siyaseta ku ji 1923an û heta îro dimeşîne dê nekare têkoşîna azadî û bidest xisitina mafên gelê Kurd ji holê rabike. PKK divê bibîne ku bi wan teqînên li Stanbolê, Amedê û li cîhên din çend zerarê dide gelê kurd, dide Kurdistanê û dide doza azadiya gelê me. Êrîş û çalakiyên bi vî rengî,rê ji siyaseta şerî ya dewleta Tirk re xweştir dike; di nav civata Tirk de nîjadperestî û şoweniyê kûrtir û geştir dike.”
Partiyên Bakur di daxuyaniya xwe amaje bi rewşa Başûrê Kurdistanê jî kirin û got; “Li başûrê Kurdistanê pêşmergeyên qehreman bi berxwedan û şerê xwe yê dilsozane, hêviyên DAIŞê û yên dewletên xêrnewazên gelê kurd şikandiye ku dixwestin rê li ber meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin.Lê aşkere ye ku ew pirsgirêkên navxweyî yên siyasî jî pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi paşve dixe.
Divê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo ku bi rêyên aştiyane û bi diyalogan serxwebûna Kurdistanê bê bi dest xistin, li gel Bexdayê bi yek dengî û bi yekgirtineke netewî helwest bigirin. Serxwebûna başûrê Kuristanê dê rûpeleke nû ji hemû kurd û Kurdistaniyan re veke. Divê hemû kurdên cîhanê piştgiriya serxwebûna Başûrê Kuristanê bikin.”
Di daxuyaniyê de Hereketa Azadî, PAK,PAKURD, PDK BAKUR û PSKê behsa Rojavayê Kurdistanê jî kirin û diyar kirin, “Cîhê ku TEVDEM Û PYD rêkeftinên Hewlêrê û Dihokê bicîh bînin, mixabin, endam û rêveberên ENKSê û yên partiyên din yên Kurdan digirin û rê li ber xebatênwan yên siyasî digirin. Ev helwestên ku azadî û demokrasiyê binpê dikin, nayên qebûl kirin. PYD divê dest ji van kiryaran, dest ji vê siyasetê berde. Îro damezrandina îdareyeke hevbeş ya eskerî, siyasî, aborî ku ji hemû partiyên kurdan pêkhatî, di rêya azadiya gelê me de pêwîstiyeke zerûriye, gelekî girîng e.”
Hereketa Azadî, PAK,PAKURD, PDK BAKUR û PSKê piştgiriya xwe ya li gel têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê re jî dubare kirin û goti; “Yekgirtin û tifaqa netewî yên partiyên Rojavayê Kurdistanê û bi alîkariya dewletên piştgir dê doza azadiya Kurdistanê geştir û xurtir bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de partiyên Bakûr prensîbên sereke yên hevgirtin û hevkariya netewî û demokratîk jî wiha pênase kirin: “Bingeha sereke qebûlkirina hebûna gelê kurd û ya Kurdistanê ye. Qebûl kirina Ala Kurdistanê û parastina statuyeke siyasî jibo Kurdistanê, hevdu qebûl kirin û rêz girtina navxweyî ya di nava partiyên Kurdistanê de hîmên esasî yên hevgirtin û hevkariyên netewî, Kurdistanî ne.”




