26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehma Xelîl: Amerîka bersiva xelkê Şingalê da..Divê PKKê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, piştî ku wan nameyek ji Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê nameyek  re şand û herwiha ji îdareya Amerîka xwestin ku hebûna PKKê li Şingalê nedestûrî ye, Wezareta Derve ya Amerîja jî ragihand ku divê PKKê ji Şingalê derkeve.

 

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Derbarê PKK li Şingalê me nameyek ji Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê re şand û herwiha me li Washingtonê jî daxwaz ji îdareya Amerîka kir ku hebûna PKKê li Şingalê nedestûrî ye, lewma jî niha Wezareta Derve ya Amerîka bersiva xelkê Şingalê da û ragihand ku divê PKK ji Şingalê derkeve.”

 

Mehma Xelîl wiha got: “Amerîka ku serkirdatiya cîhanê dike û bergiriyê li kêmîneyan dike, ligel wê yekê ne ku divê kêmîne xwedî taybetmendiya xwe bin, lewma jî tenê rê didin wan hêzan ku yasayî û destûrî ne. Pêşmerge jî ku hêzekî destûrî û yasayî ye, lewma jî divê li Şingalê bimînin. Şingalî jî dixwazin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê û Amerîka jî fêm dike ku çawa divê PKKê ji Şingalê derve.”

 

Nûçeyên têkildar