Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin

Hewlêr-KDP.info- Îro roja Ala Kurdistanê ye. 71 sal berê û roja 17ê Kanûna sala 1945ê, Ala Kurdistanê li ser banê Komara Kurdistanê (Mehabad) hat bilindkirin.
Îro roja Ala Kurdistanê ye. Parlamentoya Kurdistanê di sala 2004ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li tevahiya Kurdistana mezin û cîhanê ev roj tê pîrozkirin.
Ala Kurdistanê, bi fermî roja 17ê Kanûna 1945ê li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve hat bilindkirin.
Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji aliyê rêberê serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.
Alaya Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alayê bi 21 tîrejên wek hev hatîye xemilandin.
Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksaniyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.
Salane di 17ê Kanûnê de merasîmên taybet bo rêzgirtin li Roja Ala Kurdistanê birêve diçin û cihên giştî û navendên hikûmî li Herêma Kurdistanê bi ala rengîn tên xemilandin.
Îsal tevî ku Başûrê Kurdistanê ji ber şerê li dijî terorîstan û kirîza darayî û nakokiyên siyasî dinale, lê dîsa jî Roja Ala Kurdistanê wek semboleke neteweyî ji aliyê şagirtên dibistanan ve ji saetên serê sibehê ve hat pîrozkirin.




