Biro: PYDê bi çekên rêjîmê zilmê li me dike

Dihok-KDP.info- Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro ragihand ku PYD çekên rêjîma Esed helgirtiye û pê zilmê li Kurdan dike.
Ibrahîm Biro li Dihokê di Konberansa Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan a li ser serxwebûna Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tê de rexne li îdareya PYDê girt û ragihand: “Tiştekî nerast e dema ku dibêjin Kurd îdareya xwe dikin. Tişta ku heye PYD rahiştiye çekên rêjîma Sûriyê û bi wan çekan zilmê li Kurdan dike.”
Serokê ENKSê wiha got: “Piştî şoreşa Sûriyê PKKê bi sedan gerîlayên xwe daxistin Rojavayê Kurdistanê û wê demê ciwanên Kurd tevlî xwe kirin û her tişt xistin bin destê xwe de û dest bi alîkariya rêjîmê kirin. Tenê em dizanin ku PYD çi zilim li me kir û ew zehmetî hîn jî mane.”




