26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Dewletbûn dê me biparêze

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Şêweirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got; “Hemû kes ligel serxwebûna Kurdistanê ne lê tenê kurd astengiyan çêdikin. Lê serxwebûn ango dewletbûn riya tekane ye bo parastina me.”

Mesrûr Barzanî ku Serokê Borda Zanîngeha Amerî – Kurdistan e, di gotara xwe ya roja dawî ya konferansa derbarê serxwebûna Kurdistanê de ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê, ragihand: “Dê serxwebûna Kurdistanê têkeve xizmeta deverê de ji ber ku dê deverê ber bi aramiyê ve bibe. Eger em li dîroka xwe binerin, tije malwêranî û derbederê bûye, wê demê me daxwaza serxwebûna Kurdistanê nedikir, lê çima bi hovîtî êrîşê neteweya me dikirin? Nebûna dewleta Kurdî li navçeyê bû sedema karesatan bi ser Kurdan de, lê dewletbûn tekane rê ye ku em xwe biparêzin.”

Di berdewamiya vê mijarê de, Mesrûr Barzanî amaje bi cudahiya di navbera Kurdistan û Kiwêtê de kir û wiha got: “Em rastî kîmyabaran û enfalan hatin, gelo ti welatekî got nabe Kurd bên qirkirin? Lê dema artêşa Iraqê Kiwêt dagîr kir, biryara navdewletî derket, ji ber ku Kiwêt xwedî serwerî bû. Lewma em dikarin bêjin yasayên navdewletî piştgiriyê li welatên xwedî serwerî dikin. Lewma jî em neçar in daxwaza serxwebûna Kurdistanê bikin. Em daxwaza serxwebûnê dikin da ku careke din karesat bi ser me de neyên, ji ber ku dê yasayên navdewletî piştgiriya me bikin.”

Piştî konferansê Mesrûr Barzanî bersiva rojnamevanan da û ragihand: “Hemû kes li gel wê yekê de ne ku gelê Kurdistanê bigihe serxwebûna xwe û dibêjin mafê wan e. Êdî ev yek dimîne ser biryara gelê Kurdistanê, hêvîdar im ku ev biryar zû bê cîbicîkirin. Eger asteng li pêş vê yekê mabin, kurd bi xwe ne. Nexwe ti astengî li pêşiya serxwebûna Kurdistanê nînin.”

Nûçeyên têkildar