26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fûad Husên: Em û Bexda lihev nekin, emê referandûmê bikin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ragihand ku riya serxwebûna Kurdistanê di Bexdayê re derbas dibe û divê derbarê wê yekê danûstandin ligel Tehran û Enqera jî bê kirin.

Fûad Husên ragihand: “Pêwîst e em di nav xwe de tevbigerin û ligel Ereba jî biaxivin, ji ber ku di dawî de jî divê her em ligel wan biaxivin. Herwiha divê em ligel pêkhateyan nava Kurdistanê jî diyalogê bikin.”

Husên wiha got: “Em ber bi demokrasiyê ve diçin, lê nabe em di nava nakokiyên siyasî de bimînin û divê sitratîjiya me ji bo serxwebûnê hebe, ji ber ku serxwebûn bi her kesekî li Kurdistanê ve girêdayî ye.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Eger em û Bexdayê li ser serxwebûna Kurdistanê lihev bikin, dê riya me sanahîtir bibe, lê eger me lihev nekir emê referandûmê bikin. Herwiha pêwîst e em danûstandinê ligel Enqera û Tehranê jî bikin, lê riya serxwebûnê di pêngava yekem de di Bexdayê re derbas dibe. Divê em bigihên encamekê û çend senaryoyan ji xwe re deynin.”

Fûad Husên ragihand: “Yekrêziya navxwe li Kurdistanê pêwîst e da ku em bikaribin bi riya danûstandinan destkeftan bidestve bînin û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê baweriya wan bi serxwebûnê heye.”

 

Nûçeyên têkildar